Qeyûmê Miksê projeyên şaredariyê jê bir
PeyamaKurd – Li gorî nûçeyeke Ajansa Mezopotamyayê (MA), qeyûmê ku li Şaredariya Miksê hatiye tayinkirin, hemî proje û xebatên hevşaredaran ên li ser medyaya dijîtal jê bir û alaya tirkan bi avahiya şaredariyê ve daliqand.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û 13 şaredariyên wê di hilbijartinên 31ê adarê de bi dest xistibû. Bi îdiaya “Her çendê ne endamê rêxistinê be jî lê ji ber li ser navê rêxistinê sûc kiriye”, 3 sal û 11 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredar Ayvaz Hazir hate birîn û her du hevşaredar ji peywirê hatin bidûrxistin.
Qeyûmê Şaredariya Miksê Harun Arslangun weke karê ewilî, pankarta “Şaredarî yên me ne, em ê rê nedin xespkirinê” ji avahiya şaredariyê anî xwarê. Qeyûm Arslangun piştre jî hemî xebat û projeyên hevşaredaran ên li ser medyaya dijîtal jê bir û alaya tirkan li avahiya şaredariyê daliqand. Hevşaredarên Miksê Ayvaz Hazir û Nebahat Benek şaredarî bi 22 milyon û 92 hezar û 914 TLyî yê deyn ji AKPyê dewr girtine. Ev deyn, 8 qat ji dahata şaredariyê zêdetir e. Qeyûm, xizmetên hevşaredaran jê biriye lê dest neda parvekirinên di serdema AKPyê de. Li ser fermana qeyûm, avahiya şaredariyê bi polîsan hate dorpêçkirin.
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.