Rêveberiya Xweser a Rojava seferberî ragihand!
PeyamaKurd – Piştî geşedanên dawî yên li Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser a Rojava seferberî îlan kir.
Li ber avahiya rêveberiya bajarê Reqayê bi zimanên Kurdî û Erebî daxuyaniyek hate dayîn.
Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Hevseroka Meclisa Rêveber Evîn Siwêd ve, bi zimanê Erebî jî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Rêveber Hisên Osman ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Rêveberiya Xweser a Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) seferberî îlan kir.
Di daxuyaniya li ser mijarê de hat gotin, "Ev êrîşa dewleta Tirk dewama plana ku Tirkiyeyê bi rêya DAIŞê bi ser neketiye û armanca wê dagirkirina Sûriyeyê û gihandina sînorên 'Peymana Neteweyî' ye. Dewleta Tirk gelek caran hewl daye ku pêk bîne. Ev êrîş bi armanca dagirkirin û parçekirina Sûriyê û veguhertina wê bibe navenda terora navneteweyî. Êrîşa ku li Heleb û Hemayê dest pê kir ne tenê herêmeke diyarkirî ye, berovajî vê yekê gefê li tevahiya Sûriyeyê dixwe."
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
“Ji ber vê yekê em bang li hemû gelê xwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku bizanibin ku yek ji armancên vê êrîşê şikandina hêviya jiyana bi rûmet û azad a gelê Sûriyê ye, hilweşandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û girêdana axên nû ye Tirkiye ye. Lewma divê em weke Ereb, Kurd, Suryan, Asûrî û Tirkmen destên xwe bidin hev û li dijî van êrîşan yekîtiya xwe xurt bikin.
Em bang li ciwanên xwe dikin ku li dora Hêzên Sûriyeya Demokratîk kom bibin. Em qonaxa seferberiya giştî îlan dikin û bang li gelê xwe dikin ku di her kêliyê de amade bin.
Beriya her tiştî divê saziyên me li ser kar bin, hişyar bin û her sazî weke şaneya krîzê bixebite.”
Di bangewaziya civaka navdewletî de hat gotin, "Em bang li civaka navdewletî dikin ku dest ji vê destdirêjiyê berde, ku şêweyekî nû yê terora DAIŞê ye û metirsî li ser Sûriyê çêdike û wê encamên cidî yên herêmî û cîhanî hebin."