Serok Barzanî bi Balyozê Îtalya re civîya: Têkiliyên Kurdistan û Îtalyayê dîrokî ne
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro 2yê Mijdarê pêşwaziya Balyozê Îtalyayê li Iraqê Niccolo Fontana kir.
Baregeha Barzanî ragihand ku di hevdîtina ku Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê Michele Camerota jî tê de amade bûbû de, Balyozê nû yê Îtalyayê li Iraqê dilxweşiya xwe li ser destpêkirina karî li Iraqê û serdana xwe ji bo Herêma Kurdistanê diyar kir.
Fontana, pêwendî û dostaniya navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê bilind nirxand û amadebûna xwe ji bo berfirehkirin û pêşvebirina pêwendiyên di warên cuda cuda de diyar kir.
Balyozê Îtalyayê, birêveçûna serkeftî ya hilbijartinên Parlamena Kurdistanê bi rêjeyeke berçav a tevlîbûna xelkê û di rewşeke aram de wekî serkeftineke mezin a Herêma Kurdistanê di bicihanîna demokrasiyê de nirxand.
Serok Barzanî, destpêkirina kar li Balyozê Îtalyayê yê nû pîroz kir û hêviya serkeftinê jê re xwest. Serok Barzanî, girîngiya pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê anî ziman û wekî pêwendiyên dostane û dîrokî pênase kirin.
Di civînê de, danûstandin li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî û guhertinên deverê û metirsiyên serhildana terorê jî hate kirin.
Konsulê Giştî yê Îtalyayê yê Hewlêrê Michele Camerota, ku erkê wî li Hewlêrê bidawî bûye jî bi rêz û spasiyan xelkê Kurdistanê, xatirê xwe ji Serok Barzanî xwest. Serok Barzanî jî spasiya erk û bizavên wî ji bo pêşxistina pêwendiyên her du aliyan kir û hêviya serkeftinê di erk û karên wî yên nû de jê re xwest.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.