Serok Barzanî: Em piştevaniya her cure hewlên aştiyê dikin

Serok Barzanî: Em piştevaniya her cure hewlên aştiyê dikin

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî di axaftina xwe ya li MEPSê ya li Dihokê de got: “Em piştgiriya her cure hewlên aştiyê dikin. Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Nabe kurd cih ji terorê re çêkin û bi ti awayî sûdê ji terorê wergirin.”

Forûma Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn (MEPS) îro li Dihokê dest pê kir û dê 2 rojan berdewam bike.

Axaftina destpêkê ya forûmê ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hat kirin.

Piştî Serokwezîr, Serok Mesûd Barzanî axaftinek kir û derbarê qewamên li herêmê, Kurdistan û Iraqê de nirxandin kirin.

Çend xalên axaftina Serok Barzanî wiha ne:

“Kurd 100 sal hatin înkarkirin, 100 sal in jî kurdan li ber xwe da. Ne înkarkirin karîbû ti encamekê bi dest bixe û ne jî kurdan karî kesekî biguherîne.

Ev ji me re vê dibêje: Divê em rûnin û li ser aştiyê bifikirin.

Rewşa Herêma Kurdistana Iraqê ji yên din gelek cuda ye.

Li Tirkiyeyê behsa pêvajoya aştiyê tê kirin. Em piştgiriyê didin her cure însiyatîfa aştiyê.

Nabe kurd bi ti awayî cîh ji terorê re çêkin û ji terorê sûdê wergirin.

Ev ji bo gelê me wê bibe xwekuştin. Kî bêje bi rêya terorê dê xizmeta gelê kurd bê kirin, xiyaneta herî mezin li Kurdistanê dike.

Em hêvî dikin ku serdema Donald Trump ji serdema Biden cudatir be û em hêvî dikin ku guhertin erênî bin.”

 

Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.