Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Balyozê Brîtanyayê civiya

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Balyozê Brîtanyayê civiya

PeyamaKurd – Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hitchen kir.

Di hevdîtinê de behsa amadekariyên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin. Her du alî hemfikir bûn li ser giringiya pêkanîna hikûmeteke berfireh û yekgirtî ku bê cudahî xizmeta hemû xelkê Herêma Kurdistanê bike û di zûtirîn dem de dest bi karê xwe bike.

Her wiha li ser pêwîstiya giring a dabînkirina mafên aborî, dabeşkirina dadmendiya milkên û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin. Her wiha li ser xurtkirina pêwendiyên dualî di warên curbecur de nêrînên xwe dan û stand.

Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.