Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê kir
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê kir û behsa pêngavên pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û çend mijarên din hatin kirin.
Îro 03.12.2024an li Selahedînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsyayê yê Iraqê Ilyberûs Kudraşov kir. Di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Rûsyayê yl Hewlêrê Maksîm Rûbîn jî amade bû û Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li Serok Barzanî kir û amaje bi wê yekê jî kir ku birêveçûna serkeftî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di atmosfereke aram û bi beşdariya rêjeyeke bilind a xelkê, destkeftiyeke mezin e ji bo Herêma Kurdistanê.
Di hevdîtinê de behsa pêngavên pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hatin kirin.
Peêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê, pêşketin û guhertinên dawî yên li herêmê û metirsiya serhildana terorê jî mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.
Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.