Serok Barzanî pêşwaziya şandeyeke bilind a zanayên Ezherê kir

Serok Barzanî pêşwaziya şandeyeke bilind a zanayên Ezherê kir

PeyamaKurd – Îro 02.12.2024an, li Selahedînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeyeke bilind a zanayên Ezher kir ku pêk hatibû ji Serokê Giştî yê Desteya Mezin a Zanayên Ezherê Dr. Ebas Şuman û Serokê Zanîngeha Ezher birêz Dr. Selame Dawud û Cîgirê Serokê Rêxistina Cîhanî ya Zanîngeha Ezherê Wal Bexît û Rêveberê Karûbarê Derve li Zanîngeha Ezherê Ehmed Fewzî kir.

Di hevdîtinê de şandeya mêvan kêfxweşiya xwe ji ber vê serdana ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da û pesnê aramî û seqamgirî û vejîn û pêşketinên Herêma Kurdistanê kirin û bi giringî behsa yekitî û pêkvejiyana netewe û olên cuda yên li Herêma Kurdistanê kirin û wek mînakeke serkeftî ya li herêmê pênase kirin.

Serok Barzanî jî spasiya şandeya mêvan kir û behsa peywendiyên dîrokî û dostane yên gelê Kurdistan û yê Misirê kir, hêvî kir ku ew peywendî zêdetir bên bipêşxistin, bi taybetî jî di warên akademîk de û herweha hemahengî û hevbeşî li gel navendên olî û zanistî yên zanîngeha Ezherê bên bipêşxistin.

Metirsiyên serhildana teror û hizra tundiyê û pêwîstiya hemahengiya hemû aliyan ji bo parastina aramî û seqamgiriya herêmê û herweha guherînên dawî û aloziyên rojhilata Navîn mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.