Serok Barzanî Salvegera 55emîn a Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê pîroz kir

Serok Barzanî Salvegera 55emîn a Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê pîroz kir

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, salvegera 55emîn a damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê li serok û endamên Nivîsîngeha Bicîhanînê û Encûmena Navendî ya wê yekîtiyê û hemû mamostayên ola Îslamê yên li Kurdistanê pîroz kir.

Serok Barzanî, îro 21ê îlonê bi minasebeta 55emîn salvegera Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê peyamek belav kir û got, Bi helkefta pêncî û pênc saliya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê, ez bi germî pîrozbahiyê li serok û endamên Nivîsîngeha Bicîhanînê û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayan û hemî mamostayên ola pîroz a Îslamê li Kurdistanê dikim.”

Serok Barzanî diyar kir, “Damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê li ser pêşniyara Barzanîyê Nemir pêngaveke dîrokî bû, ber bi xurtkirina rola mamostayên olî di şoreş û têkoşîna gelê me de. Vê biryarê cihê mamosta û zanayên mezin ên Kurd ên ola Îslamê di belavkirina fêmkirina neteweyî, welatparêzî û pêkvejiyanê de di navbera hemî texên civakê de û rola wan di pêşvebirina doza rewa ya gelê me de di hemî qonaxan de tekez kir.”

Dawiyê jî Serok Barzanî got, “Di bîranîna damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê de, ez serkeftinê ji Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê û hemî mamostayên olî yên rêzdar re dixwazim û ez destxsweşiyê li westiyan û erkê wan ê pîroz dikim. Xudayê mezin alîkarê me tevan be.”

Ev nivîs 120 car hatiye xwendin.