4 jinên Kurd ketin lîsteya 100 jinên herî bihêz ên cîhanê

4 jinên Kurd ketin lîsteya 100 jinên herî bihêz ên cîhanê

PeyamaKurd – Di lîsteya 100 jinên herî bihêz û bi bandor ên cîhanê de ku ji aliyê BBCyê ve tê amadekirin, 4 jinên Kurd cî girtin.

Di lîsteya 100 jinên herî bihêz û bi bandor ên cîhanê ya sala 2022an de, 4 jinên Kurd jî cih girtin ku her yek ji wan di warekê de roleke bibandor lîstine.

Mamosteya Kurdî Zara Mihemedî ya ji Rojhilatê Kurdistanê: ji bo têkoşîna wê ya ji bo parastina zimanê kurdî, Nîgar Marf li Herêma Kurdistanê ji bo têkoşîna wê ya ji bo tenduristiya jinan û Roza Salih a Herêma Kurdistanê ji ber bandora wê ya li ser penaberiyê, Roya Pîreyî ya ji Rojhilatê Kurdistanê jî ji ber têkoşîna Kurdistanê ya ji bo Azadiyê li Îranê ketine nav lîsteyê.

Lînka 100 jinên bibandor ên cîhanê ya 2022yan...

Ev nivîs 210746 car hatiye xwendin.