Ajansa Fezayê ya Awrûpayê got ku wê Ariane 6ê di 2024an de bişîne fezayê

Ajansa Fezayê ya Awrûpayê got ku wê Ariane 6ê di 2024an de bişîne fezayê

PeyamaKurd – Rêvebirê Ajansa Fezayê ya Awrûpayê Josef Aschbacher got ku wê Ariane 6ê di orta sala 2024an de bişîne fezayê. Ragihandin piştî pêvajoya pêşxistinê û testa germkirinê hat kirin. Testa wê li Guyana Fransayê li baregeha fezayê çêkirin.

Sîstema şandina Ariane 6ê li ser navê Ajansa Fezayê ya Awrûpayê (ESA) ji terefê ArianeGroup de ji serê sala 2010an de tê pêşxistin û li serê dixebitin. Wê sîstema Ariane 6 bikeve şûna Airane 5an lewra ew çend wext girtiye ku temam bibe. Li ser ceribandinê û testên dawiyê Aschbacher weha got:

“Me modela xwe piştrast kir, me agahiyên xwe yên operasyonê zêde kir û êdî ji şandina fezayê ya barê giran em bi xwe bawerin. Peyka yekem wê li ser felekê barê giran hilnegire lê wê çend peykên biçûk hilgire.”