Ala Kurdistanê li ser çiyayê herî bilind ê Rojhilata Navîn hat bilind kirin

Ala Kurdistanê li ser çiyayê herî bilind ê Rojhilata Navîn hat bilind kirin

PeyamaKurd – Çiyagerên Tora Çiyageran a Kurdistanê çûn serê çiyayê herî bilind ê Rojhilata Navîn Çiyayê Demewendê û ala Kurdistanê li ser çiya bilind kirin.

Koma Çiyageran a Asosê îro 3yê Hezîranê ragihand, Tora Çiyageran a Kurdistanê kariye sefereke nimûneyî li çiyayê Demewendê yê li Rojhilatê Kurdistanê (Kurdistana Îranê) bike, ku ew çiyayê herî bilind ê Rojhilata Navîn e û 5610 metreyan bilind e.

Hat diyarkirin ku ev geşta çiyageran du rojan dom kir û çiyagerên Kurd li gel çend çiyagerên Rûsya, Almanya, Polonya û çend çiyagerên Îranî civiyan.

Ev nivîs 210701 car hatiye xwendin.