Alava fezayê ya Rûsyayê ya bi navê Soyuz MS-24 şandin fezayê
PeyamaKurd – Alava fezayê ya Rûsyayê ya bi navê Soyuz MS-24 ku tê de kozmonotên Rûsyayê Oleg Kononenko û Nikolay Çub, bi astronotê Amerîkayê Loral O'Hara di nav de ne, ji welatê Kazakistanê, ji baregeha fezayî ya bajarê Baykonurê şandin fezayê. Dema peyka an ku alava fezayê şandin fezayê, bi zindî di ajansa Rûsya Federal ya bi navê Roscosmosê di malpera wê ya înternetê de hat weşandin.
Rêwîtiya fezayê li dora 3 seetan dewam dike û paşî tîma wê bi wexta TSİ seet di 21.44an de, wê bi rawestgeha fezayê ya navdewletî ya Rûsyayê (UUI) bi modula lêkolînê ya Rassvet re dê bê girêdan.
Di nava tîma fezayê de Nikolay Çub û Loral O'Hara cara yekêye ku dertên gera fezayê lê kozmonotê Rûsya Oleg Kononenko di vê sefera xwe de û yên berê de bi temamî wê ji hezar rojî zêdetir bimîne û bibe yekemê dinyayê ku herî zêde li fezayê dimîne.
Tîm, wê li UUIyê li dora salekî bimîne û dê 4 caran derên meşa fezayê. Astronotê Amerîkayê O'Hara wê di Adara 2024an de dagere dinyayê.
Alava bi navê Soyuz MS-24 ya fezayê, bi tîma tê de, ekîpmanên wêne, video, belge, xida, xwarina teze, alavên taybet yên tîmê û ji bo ekîpmanên ji bo ceribandina zanistî bi temamî 120 kîlo bi xwe re birine.
Ev nivîs 210691 car hatiye xwendin.