Besteniya Mereşê, di nav besteniyên cîhanê de ket rêza 3yemîn

Besteniya Mereşê, di nav besteniyên cîhanê de ket rêza 3yemîn

PeyamaKurd- Besteniya (qeşaşîr) Mereşê, di lîsteya şîrînahiyên cemidî yên herî baş ên cîhanê de cih girt û ket rêza sêyemîn. Her wiha besteniya Îranê ya bi sefran jî di lîsteyê de ket rêza yekemîn.

Di lîsteya şîrînahiyên cemidî yên cîhanê de ku ji aliyê malpera înternetê ya gastronomiyê ya navdar TasteAtlas ve hat weşandin de besteniya Mereşa Bakûrê Kurdistanê, ket rêza bû 3yemîn û besteniya bi sefran a Îranê jî bû yekemîn.

Malpera TasteAtlas a ku di sala 2015an de ji aliyê rojnamevanê Xirwatî Matija Babic ve hatiye avakirin û bi lîsteyên xwe yên li ser nirxandinên pisporên gastronomiyê tê naskirin û di 31ê Gulanê de lîsteya 'Şîrînahiyên herî baş ên cemidî yên cîhanê' ragihand. 

Di lîsteyê de Besteniya Mereşê di rêza 3. de cih girt û li ser Besteniya Mereşê ev daxuyanî hatin dayîn:

“Besteniya Tirkiyeyê ku tê bawerkirin ji Mereşê derketiye, tiştê ku wê ji besteniyên din cuda dike ew e ku li ber helînê berxwedêr e û ji ber tîrbûna xwe dikare bê cûtin.”

Ji aliyê din ve Wezareta Karên Derve ya Îranê jî ragihand ku besteniya Îranê ya bi navê 'Bastani Sonnati' ku ji safran, ava gulan û fistiqan tê çêkirin, di lîsteyê de ketiye rêza yekemîn.

Ev nivîs 210693 car hatiye xwendin.