Brîtanya dê bi hezaran bilêtên Eurovisionê bide Ukraynayiyan

Brîtanya dê bi hezaran bilêtên Eurovisionê bide Ukraynayiyan

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Brîtanyaya ku dê mazûvaniya Pêşbirka Stranan a Eurovisionê ya 2023yan bike, dê bilêtên Eurovisionê bide 3000 Ukrayniyên ku ji ber şerê Rusya û Ukrayna koçber bûne.

Di daxuyaniya hikûmeta Brîtanyayê de hat diyarkirin ku ji bo 3 hezar Ukrayniyên ku ji ber şer hatine Brîtanyayê, ji bo beşdarî pêşbirka stranan a îsal li Liverpoolê bê lidarxistin bibin, dê bilêt bên dayîn.

Hat destnîşankirin ku ji bo pêşbirkê 10 milyon sterlîn fon dê li ser navê Ukraynayê bê şandin ku par di pêşbirkê de bi ser ketibû lê ji ber şer nikaribû mazûvaniya pêşbirkê bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew fona navborî dê ji bo pêşangeha çanda Ukraynayê ya di çalakiyê de û her wiha lêçûnên operasyonê yên wekî ewlekarî û vîzeyê were bikaranîn.

Di pêşbirka herî dawî ya Eurovisonê de ku par cara 66emîn hat lidarxistin, Ukrayna bû yekemîn û nûnerê Brîtanyayê Sam Ryder jî bi strana "Space Man" bû 2yemîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Yekîtiya Weşanên Ewropayê (EBU) û saziya weşanê ya Brîtanyayê BBC li ser Brîtanyayê li hev kirin ku li ser navê Ukraynayê pêşbirka 2023yan pergal bike.

Ev nivîs 210708 car hatiye xwendin.