Cihê ku li dinyayê herî zêde tîna rojê distîne hate tespîtkirin

Cihê ku li dinyayê herî zêde tîna rojê distîne hate tespîtkirin

PeyamaKurd – Li gorî lêkolîneke ku 1ê Hezîrana 2023yan di ‘Bulletin of the American Meteorological Society’ de hatiye weşandin, cihê ku li seranserê dinyayê herî zêde tîna rojê distîne hate tespîtkirin.

Zanyaran di lêkolîna xwe de derxistiye holê ku li seranserê cîhanê herî zêde tîna rojê dikeve ser devera Altiplano ya Çola Atacama ya Başûrê Amerîkayê.

Hatiye diyarkirin ku ew tespît bi lêhurbûna ser daneyên peykan ên tîna rojê hatiye hesapkirin û ew jî enerjiya elektromanyetîk a bi radyasyona dendika fuzyonê derketiye holê ye.

Çola Atacama beşek wê ji Bolîvyayê destpê dike û ta welatên Perû û Şilîyê dirêj dibe.

Zanyaran hesap kiriye ku tîna rojê ya hatiye tespîtkirin, bi qasî 2 hezar 177 watt enerjiya germbûna rojê hatiye hesapkirin.

Ev nivîs 210699 car hatiye xwendin.