Çiyagerên Kurdistanê hilkişiyan ser lûtkeyeke herî bilind a cîhanê

Çiyagerên Kurdistanê hilkişiyan ser lûtkeyeke herî bilind a cîhanê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Tîma Federasyona Çiyageran a Kurdistanê hilkişiya ser lûtkeya Çiyayê Kazbegî yê Gurcistanê ku beşeke rêzeçiyayên Qefqasyayê ye.

Ji Tîma Federasyona Çiyageran a Kurdistanê 9 çiyagerên bi navên; Dr. Enwer Elî Mihemed, Hêmin Emîn, Qasim Mistefa, Daryûş Nebî, Idrîs Walî, Mihemed Baban, Mihemed Çawşîn û Wehbî Mehdî 14ê Îlonê gihîştin bajarê Tiblîs ê Gurcistanê û berê xwe dan gundê Kazbegî.

Çiyagerên Kurdistanê rêwîtiya xwe ya qonaxa yekem a hilkişînê li Kampa Metoyê ya bilindahiya 3600 metreyî pêk anîn û piştre jî di demeke kurt de gihîştin lûtkeya Çiyayê Kazbegiyê  ku 5 hezar û 54 metreyan bilind e.

Serokê Navenda Çiyageriyê ya Soran Danyal Nebî got: “Çiyagerên Kurdistanê serkeftineke din bi dest xist ku bi ezmûna xwe, ew gihîştin ser yek ji lûtkeyên herî bilind ên cîhanê ku lûtkeya Kazbegê ye.”

Hêjayî gotinê ye, Kazbegî çiyayekî dijwar e û ji ber berfa zêde, qeşa û hewaya sar hilkişîna wê ne hêsan e. Çiyager ji Çiyayê Kazbegiyê re dibêjin Everesta Biçûk.

Ev nivîs 210693 car hatiye xwendin.