Çiyagera Kurd hilkişiya ser çiyayê herî bilind ê Kazaxistanê

Çiyagera Kurd hilkişiya ser çiyayê herî bilind ê Kazaxistanê

PeyamaKurd - Çiyagera jin a Kurd ji Rojhilatê Kurdistanê hilkişiya ser çiyayê Xantangirî yê Kazaxistanê ku 7010 metre bilind e.

Hate ragihandin çiyagera Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Rûnak Zemanî ya 35 salî ya bajarê Sine wek yekemîn çiyagera jin a Kurd, hilkişiya ser lûtkeya herî bilind a çiyayê Kazaxistanê.

Rûnak Zemanî, ala Kurdistanê jî li Çiyayê Xantangirî yê xwedî bilindiya 7010 metreyan bilind kir.

Zemanê berî niha jî wek jineke Kurd hilkişiyaye ser lûtkeya piraniya çiyayên Kurdistan û Îranê.

Niha jî Rûnak Zemanî amadekariyan dike ku hilkişe ser lûtkeya çiyayê “Gaşir Biroma Du” yê di navbera welatê Çîn û Pakistanê de ku 8035 metre bilind e.

Ev nivîs 210713 car hatiye xwendin.