Çiyayê Etna yê Îtalyayê teqiya

Çiyayê Etna yê Îtalyayê teqiya

PeyamaKurd – Ber bi dawiya sala 2022an de çiyayên dinyayê yên volkanîk (agirî) agirê wan ji nûh de vedije û dest bi teqînê dikin. Li seranserê dinyayê jimara çiyayên agirî li dora 1.350 heb in. Îsal tam 80 çiya teqiyane û jiyana der û dora xwe dixin xeterê. Di nav wan çiyayan de yekî bi nav û deng Çiyayê Etna ye ku li Îtalyayê.

Niha li seranserê dinyayê 27 çiya teqîna wan dewam dike û lav dirêjin der û dora xwe. Etna Îtalyayê ku bilindahiya wê 3.326 metreye, car din dest bi teqîna xwe kir, bi teqîna xwe re xwelî û lavê davêje derve. Bineciyên der û dora çiyayê Etnayê bi sed salaye ku tedbînên xwe distînin da zerar negihê jîngehên wan.

Ev nivîs 210726 car hatiye xwendin.