Çiyayê herî mezin ê Qeşayê piştî 30 salan şemitî
PeyamaKurd - Çiyayê Qeşayê yê herî mezin ê Cîhanê ku bi navê A23a tê binavkirin, piştî 30 salan kete tevgerê ku bi qasî 400 metre qalindiya wê heye.
Qeşema herî mezin a cîhanê A23a ji ber germahiya kurewî ji erdê ku zêdeyî 30 salan lê asê mabû veqetiya.
Qeşayê ku di sala 1986an de ji peravên Antarktîkê veqetiyabû, bi lez û bez li Deryaya Weddelê li erdê sekinîbû û bûbû giraveke qeşayê.
Çiyayê qeşayê yê bi navê A23a, bi qada xwe ya girseyî ya nêzî 4 hezar kîlometre çargoşe ye, parçeyek ji Filch-ner Ice -Shelf filçnî rays şêlf , ku li bakur-rojavayê Antarktîkayê ye.
A23 di van mehên dawî de di bin bandora bayê de bi lez û bez dimeşe, niha ji aliyê bakurê Nîvgirava Antarktîkê re derbas dibe.
Zanyar Dr. Andrew Fleming ku ji British Antarc-tic Surveyê ye (Lêkolîna Antarktîka Brîtanî) got: “Min ji çend hempîşeyê xwe ev yek pirs kir û mereq kir gelo bandora germahiya avê bûye sedema guhertinê an na.”
Dr. Andrew bal kişand ser ku qeşa ji 1986an ve li ser erdê sekîniye û diyar kir ku wî tevgera yekê sala 2020ê tespît kiriye.
Ji ber îhtîmala qutbûna li Georgia ya Başûr, şemitîna Çiyayê Qeşayê dikare bibe sedema pirsgirêkan ji bo bi mîlyonan penguen û çûkên din ên deryayê yên ku li giravê dijîn.
Herwiha mezinahiya Çiyayê Qeşa ya A23a dikare rê li peydakirina xwarina heywanan asteng bike, nehêle ku ew bi rêkûpêk bikarin xwe xwedî bikin.
Ev nivîs 210689 car hatiye xwendin.