Çiyayê Sameru yê volkanik di rojekî de 16 cara teqiya

Çiyayê Sameru yê volkanik di rojekî de 16 cara teqiya

PeyamaKurd – Li Endonezyayê li eyaleta Javayê çiyayê volkanik yê bi navê Sameru ku di deryayê 3.676 metre bilinde, car din ket nav tevgerê û di yek rojekî de 16 cara teqiya. Xebatkarê çavdêriya çiyayê Sameruyê Sigit Rian Alfian, li ser teqînê weha gotiye:

“Teqîna yekê li gor wextê me seet di 07.10an de, ya duwê di 08.40an de çêbûn. Teqîn 82 û 110 saniye dewam kir.”

Di nav rojê de Sameru tam 16 caran teqiyaye û bi qederê 2 km yan xwelî û alava wê bilind bûye. Rêvebirên deverê bang li xelkê der û dorê kirine ku ji 5 km yan zêdetir xwe nêzî çiya nekin.

Di teqîna sala 2021an de 46 kes miribûn û bi hezarî kes bê cîh mabûn.

Ev nivîs 210721 car hatiye xwendin.