Damezrînerê Telegramê li Fransayê hate desteserkirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku damezrîner û CEOyê platforma medya civakî Telegramê Pave Durov ê Rûsî li Fransayê hate desteserkirin.
Tê îdiakirin ku Durov ji ber naverokên Telegramê yên neyasayî hatiye binçavkirin.
Rûsyayê bertek nîşan desteserkirina Durov da û herwiha Wezareta Derve ya Rûsyayê bang li Fransayê kir ku rewşê zelal bikin.
Hin parlamentarên rûsî jî dane xuyakirin ku Durov bi hincetên siyasî hatiye binçavkirin.