El Nîno, germahiyên awarte tîne!

El Nîno, germahiyên awarte tîne!

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Rêxistina Kêş û Hewayê ya Cîhanê (WMO), ji ber ku pêla germa zêde bandorê li gelek deverên cîhanê kir, germahiya navîn a gerdûnî di hefteya yekem a vê mehê de rekor şikand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her çend tê dîtin ku germbûna zêde ya li bakurê Okyanûsa Atlantîkê sedema sereke ya tomarên germahiya rojane ye, tê pêşbînîkirin ku bi bandora El Nîno rekorên nû yên germahiyê werin şikandin.

Rayedarên WMOê ragihand ku "Hefteya herî germ" a ku hatiye tomarkirin, bi germahiya navîn a cîhanê di 7ê Tîrmehê de gihîştiye 17,24 pileyan ku sala 2016an sala El Nîno ye û 0,3 pile ji 16,94 pileyan zêdetir bûye.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Serwîsa Guherîna Avhewayê ya Yekîtiya Ewropayê Copernicusê ve hat dayîn de hat eşkerekirin ku li gelek deverên cîhanê pêlên germahiyê tên jiyandin, rekora germahiya bilind a li ser rûyê behrê sedema sereke ya şikandina rekorên germahiyê yên rojane ye.

Ev nivîs 210694 car hatiye xwendin.