Elon Musk piştî Amerîkayê dest avêt siyaseta Alman jî: Tenê AfD dikare!

Elon Musk piştî Amerîkayê dest avêt siyaseta Alman jî: Tenê AfD dikare!

PeyamaKurd – Milyarderê Amerîkî yê xwediyê kompaniyên Tesla, SpaceX û platforma medya civakî Xê Elon Musk, piştî ku di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de bi awayekî eşkere ji serokê hilbijartinê Donald Trump re xebitî, niha jî ji bo hilbijartinên Almanyayê peyaman dide.

Elon Musk, ji bo hilbijartinên Almanya yên tê pêşbînîkirin di meha Sibata 2025an de bêne kirin got, tenê dikare Partiya Alternatîf a Alman (AfD) welat rizgar bike.

Musk sala borî jî helwesta hikûmeta Alman a derbarê koçberan de rexne kiribû û piştevaniya nêrîna AfDê ya dijberiya koçberan kiribû.

Hêjayî gotinê ye, li gorî rapirsîyan partiya AfD niha di rêza duyem de ye. Wê hilbijartinên Almanyayê 23yê Sibata 2025an bêne kirin.

Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.