George Soros textê xwe yê 25 milyar dolaran ji kurê xwe re hişt!
PeyamaKurd – Karsazê efsaneyî yê Amerîkî George Soros ê 92 salî, birêvebirina serweta xwe ya zêdetirî 25 milyar dolaran ji kurê xwe yê ciwan Alexander Soros re hişt.
Soros got ku Alex vê heq dike û ew dê ji niha şûnde hemû karên xwe emanetî Alexander bike.
Alexander Soros, bi partî û şahiyan heta niha di medyayê de deng dabû û bi teza xwe ya ‘Heine, Nietzsche û Polîtîkaya Edebîyatê’ jî di warê entelektueliyê de derketibû pêş.
Alexander, wê herwiha Wefqfên Civaka Vekirî ya Fonda Soros jî birêve bibe ku li seranserê dinyayê alîkariya gelek projeyên civakî dike.
Li gorî medya Amerîkî, Alexander Soros sinyala wê yekê daye ku ew ê li seranserê cîhanê piştevaniya siyasetmedarên çepgir bike. Sorosê ku di 2021ê de 17 caran serdana Koşka Spî kiriye, wekî bavê xwe piştgiriya dozên mafên kurtajê dike.
Ev nivîs 210724 car hatiye xwendin.