Google, teknolojiya aqilê çêkirî ya nûçegihaniyê diceribîne
PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Google teknolojiya nû ya aqilê çêkirî ya bi navê "Genesis" ku dikare naveroka nûçeyan çêbike diceribîne.
Li gorî nûçeya The New York Times a ku li ser çavkaniyên nêzî mijarê ye, ji bo alîkariya rojnamevanan ceribandinekê dike.
Hat diyarkirin ku ev teknolojî pêşkêşî rêvebirên News Corpê ku xwediyê rojnameyên sereke yên Amerîkî The New York Times, The Washington Post û The Wall Street Journal e hat kirin.
Hat diyarkirin ku teknolojiya ku Google jê re dibêje "Genesis" dikare ji hemû daneyên ku bûyerên heyî jî tê de tên dayîn, pexşanên nûçeyan amade bike.
Hat zanîn ku rêvebirên Googleyê difikirin ku ev teknolojiyek e ku ji bo kar û barên "alîkarek kesane" ji rojnamevanan re hatiye çêkirin, dê dema rojnamevanan ji bo nûçeyên girîngtir biparêze.
Berdevkê Googlê Jenn Crider di daxuyaniyekê de got, "Genesis ne xwedê wê armancê ye ku şûna rola bingehîn a ku rojnamevan di nivîsandin û verastkirina nûçeyan de heye bigire."
Profesor li Zanîngeha City of New York. Jeff Jarvis destnîşan kir ku teknolojiya nû ya Googleyê xwedî aliyên erênî û neyînî yên potansiyel e, "Heger ev teknolojî bikaribe bi pêbawerî agahdariya rastîn pêşkêş bike, divê rojnameger wê bi kar bînin."
Jarvis diyar kir ku hin nûçeyan hewce dike ku rojnamevan û saziyên nûçeyan xwedî têgihîştineke nujen û çandî bin û destnîşan kir ku bikaranîna vê teknolojiyê zirarê dide pêbaweriya saziyên nûçeyan.
Ev nivîs 210692 car hatiye xwendin.