Hackerên Koreya Bakûr êrîşî pîşesaziya berevaniya Rûsyayê kir!
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hackerên bi navên "ScarCruft" û "Lazarus" ku nêzî hikûmeta Koreya Bakur in, tevî hevkariya leşkerî ya herdu welatan jî êrîşî sîstemên teknolojîya moşekî yên Rûsyayê kirin.
Li gorî nûçeya malpera NK News, di rapora SentinelOne de hatiye eşkere kirin ku komên hackeran ên bi navên; "ScarCruft" û "Lazarus" êrîşî teknolojiya stratejîk a rûsî ya moşekî kirine.
Hatiye diyarkirin ku hackeran êrîşeke sîberî li ser kompaniya NPO Mashinostroyeniya ya rûsî ku moşekên pêşketî çêdike kiriye.
Hêjayî gotinê ye, Rûsya û Koreya Bakur du welatên hevpeymanên hev in û di warê bernameyên leşkerî de jî hevkariyê dikin ku êrîşeke bi vî rengî li ser pîşesaziya berevaniya rûsî wekî kiryareke balkêş hate nirxandin.
Ev nivîs 210701 car hatiye xwendin.