Hogirên 'Hizra Kesk' 1500 şitlên daran li daristanên şewitandî çandin

Hogirên 'Hizra Kesk' 1500 şitlên daran li daristanên şewitandî çandin

PeyamaKurd – Jîngehparêzên bi navê Encûmena Sewza Çiya li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê, zêdetirî 1500 şitlên daran bi helmeta Hizra Kesk de li daristanên Zagrosê çandin.

Hogirên Hizra Kesk, di 3 demên cuda de, zêdetirî 1500 şitlên daran ên cureyên Berû, Mazî û Qezwanê li daristanên şewitandî yên Qelaya Merîwanê çandin.

Encûmena Sewza Çiya, li wan cihên ku demsala havîna sala derbasbûyî piştî êrîşên zincîre şewitandinên Zagrosê zêdetirî 20 caran hatibûn şewitandin, şitlên daran bi destê Hogirên Hizra Kesk çandin daku daristan ji nû ve bên zindîkirin.

Hat zanîn ku piraniya şitlên hatine çandin ji aliyê keç û xortên dibistanê yên gundê Mûskî yê girêdayî bajarê Merîwanê ve hatine berhemanîn.

Ev nivîs 210716 car hatiye xwendin.