Îranê qedexe danî ser 12 lîstikvanên sînemayê
PeyamaKurd – Îranê bi hinceta ku piştgiriya xwepêşandanên protestoyên hîcabê kirine, qedexe danî ser 12 lîstikvanên sînemayê û lîstina di fîlmên nû de li wan qedexe kir.
Ajansa IRNA ya Îranê daye xuyakirin ku lîsteya lîstikvanên qedexekirî yên ji ber rakirina hicabê ji aliyê dezgeha çavdêriya Rêxistina Sînemayê ve bi fermî hatiye ragihandin û destûr nayê dayîn ku di ti fîlmên nû de bilîzin.
Di nav lîstikvanên qedexekirî de, lîstikvanên navdar Baran Kewseri, Vişka Asaish, Tarana Alidosti, Katayûn Riyahi, Pantiya Bahram, Hengame Qaziyani, Pegah Ahangrani, Meryem Bobani, Gulab Adina, Fatemeh Motemed Ariya, Shaqayeq Dehqan û Afsane Baygan hene.
Hêjayî gotinê ye, piştî xwepêşandanên sala borî li Îranê, gelek lîstikvan û sînemagerên Îranî ji bo piştevanîkirina ji jinên Îranî, çarşefên xwe rakirin û wêneyên xwe belav kiribûn.
Ev nivîs 210689 car hatiye xwendin.