Japonyayê yekem wesayîta xwe ya zîrek daxist hevyê

Japonyayê yekem wesayîta xwe ya zîrek daxist hevyê

PeyamaKurd – Japonyayê bû pêncemîn welatê ku wesayîtekê dişîne ser heyvê û wêneya wesayîta bê mirov a zîrek bi navê SLIM hate belavkirin.

Ajansa Lêgerîna Fezayê ya Japonyayê ragihand ku wesayîta heyvê 100 metre dûrî hedefa xwe daketiye û diyar kir, peywira ‘daxistina rast’ bi ser ketiye. Japonya bû welatê pêncemîn ku di dawiya hefteyê de wesayîta xwe ya bêmirov a bi navê SLIM li ser rûyê Heyvê daxistiye.

Rêveberê projeya wesayîta hevyê Şînîçîro Sakayî got: “Me ispat kir ku em li ku derê bixwazin dikarin dakevin. Wê ev ji bo dakevin cihên ku li heyvê nehatine keşifkirin mirovan zêdetir teşwîq bike ku wesayîtên Japonî tercîh bikin.”

Şînîçîro Sakayî daye zanîn ku dema daketina wesayîtê, yek ji du motorên sereke yên wesayîtê sekiniye û ji ber vê 55 metre dûrî heyvê maye.