Ji Twitterê re reqîbekî mezin hat: Threads! Di 7 saetan de 10 milyon bikarhêner...
PeyamaKurd – Platforma medya civakî ya kompaniya Meta ya xwediya Facebook, Instagram û Whattsappê, sepaneke bi navê Threads xiste xizmetê ku wekî reqîbê Twitterê tê zanîn.
Threads îro 6ê Tîrmehê bi ser sepana Instagramê de, dest pê kir û di nav 7 demjimêran de jî zêdetirî 10 milyon kesan li 100 welatên cîhanê hesabên xwe tê de vekirin.
Bikarhênerên platforma medya civakî ya nû Threads, dikarin di parvekirinekê de heta 500 herfan binivîsin û belav bikin.
Ev platform jî heman wekî Twitterê hatiye sêwirandin, lê li gorî pisporên medya civakî zehmet e Threads xwe bigihîne asta Twitterê ku li seranserê cîhanê bûye platforma sereke ya medya civakî û ragihandinê.
Damezrînerê Metayê Mark Zuckerberg gotiye, dê hinekî demê bixwaze lê ew bi hêvî ne ku hejmara bikarhêneran bigihînin milyarek kesan ku Twitter tê de bi ser neketiye.
Li aliyê din karsazê Amerîkî yê xwediyê Twitterê Elon Musk, piştî hevkiriya medya civakî xwe amade dike ligel Zuckerberg maçekê boksê bike û dest bi rahênanan kiriye.
Ev nivîs 210698 car hatiye xwendin.