Ji Zanyarên Amerîkî keşfeke dîrokî: Ji bo enerjiya 'fuzyona nukleerî' gav hat avêtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku zanyarên Amerîkî di fuzyona nukleerê de keşfeke dîrokî kirine ku wê cîhanê ber bi enerjiyeke zêdetir û paqij ve bibe.
Wezîra Enerjiyê ya Amerîkayê Jennifer Granholm tevî zanyarên Laboratûara Neteweyî ya Lawrence Livermore (LLNL) li Washingtonê li ser vê keşfa dîrokî daxuyanî da û got, “Lêkolîneran yekem car di reaksiyona fuzyonê de ji enerjiya ku reaksiyonê dide destpêkê bêhtir enerjî afirandine û ev jî qezenca pak a enerjiyê ye.”
Granholm diyar kir ku Laboratûara Neteweyî ya Lawrence Livermoreyê, ji bo peydakirina enerjiyê ji fuzyona nukleerê dixebite û niha pêngaveke mezin a dîrokî di wî warî de hatiye avêtin.
Hat bibîrxistin ku lêkolîner zêdetirî 60 sal in li ser vê dixebitin û yekem care li laboratûarekê ev ceribandin hatiye biserxistin ku ev jî wekî yek ji serketinên herî girîng ên sedsala 21ê ye.
Fuzyon tê wateya lihevxistina du dendikên atomê yên sivik û di encama yekbûna herdu dendikan de jî dendikeke atomê ya ji wan girantir tê afirandin û enerjiyeke mezin jê tê afirandin.
Heger zanyar vê keşfa nû di warê dabînkirina enerjiyê de bikar bînin, tê çaverêkirin ku di dahatuyê de enerjiya paqij ya dûrî fosîlan ên wekî petrolê bê hilberandin.
Ev nivîs 210747 car hatiye xwendin.