Jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bûn namzedê ‘Kesayeta Sala 2022yan’

Jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bûn namzedê ‘Kesayeta Sala 2022yan’

PeyamaKurd – Kovara TIME ku ji sala 1927an ve her sal kesayetên salê destnîşan dike, ji bo sala 2022yan protestokarên Jin ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xist ber dengdanê.

TIMEyê ragihandiye ku hilbijartinên kesayeta sala 2022yan dest pê kirine û di lîsteyê de 60 namzed cî digirin.

Hilbijartina kesayeta salê bi dengdana xwendekarên kovarê û biryara dawî ya edîtoran tê dayîn ku piştre jî kesayetê hatiye hilbijartin di berga kovarê de tê weşandin.

Di hilbijartinên îsal yên kesayeta salê de, jinên Rojhilat û Îranê di serê lîsteyê de cî digirin piştî wan jî çalakvanên BTS û Zelenskiy tê.

Ev nivîs 210720 car hatiye xwendin.