Kompaniya çîpa mêjî ya Elon Musk destûra ceribandina li ser mirovan wergirt
PeyamaKurd – Kompaniya Neuralik a karsazê Amerîkî Elon Musk, ji Saziya Xurek û Dermanan a Amerîkayê (FDA) destûra ceribandina çîpa mêjî li ser mirovan wergirt.
Hat ragihandin ku çîpa mêjî li ser ajalên wekî meymûnan bi awayekî serkeftî hatiye ceribandin ku de di heyama bê de jî li ser mirovan bê ceribandin.
Bi rêya mîkroçîpên mêjî tê armanckirin nexweşînên wekî felc, korbûn û astengdariyên mirovan bên tedawîkirin.
Li gorî nûçeya BBCyê dê Neuralinkê ragihandiye ku destûrda ceribandina çîpa mêjialiyê FDAyê ve, pêngaveke girîng e ku dê ji gelek mirovan re bibe alîkar.
Herwiha hat diyarkirin ku dê ji bo serlêdana xwebexşan bo ceribandina çîpa mêjî demên pêş bê ragihandin.
Beriya niha çîpa mêjî li ser meymûnan hatibû ceribandin û di pişkinînan de derketibû holê ku neuralink sînyalên mêjî bi awayekî serkeftî bo cîhazan hatiye veguhestin.
Ev nivîs 210718 car hatiye xwendin.