Kubra Par ji ber gotinên xwe yên ji Pervin Chakarê re gotibû lêborîn xwest

Kubra Par ji ber gotinên xwe yên ji Pervin Chakarê re gotibû lêborîn xwest

PeyamaKurd - Pêşkêşvana Televizyoneke Tirkiyê Kubra Par ji ber gotinên ku ji hunermenda Operayê ya Kurd Pervîn Chakarê re gotibû lêborîna xwe xwest û got :  

 “Min fêm kir ku bi wan gotinên xwe, min hem dilmayînan tomar kiriye û hem jî hedê xwe derbas kiriye. Min wan gotinan ji ber nasnameya Chakar ya Kurd negotibû. Ji ber ku ez bûme sedema xeletfêmkirineke wisa bi aşkereyî lêborîna xwe dixwazim. 

Pervîn Chakar li Stembolê konserekî pêşkêş kiribû û piştî ku di wê konserê de, Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel CHPê Ozgur Ozel destên Chakar maçkiribû, Kubra Par, gotibû ku "Ji Pervîn Chakarê weka hunermendeke mezin a navneteweyî tê behskirin, lê min qet navê wê nebihîstiye û min ji hunermendên Stembolê jî pirsî, wan jî got :'hunermendeke mezin nîn e'" 

Piştî van gotinên Kubra Par, bertekên tund li hember Par hatibûn nîşandan û îro Kubra Par lêborîna xwe xwest.