LÊKOLÎN | Mişk jî wek mirovan xeyal dikin!

LÊKOLÎN | Mişk jî wek mirovan xeyal dikin!

PeyamaKurd - Li gorî lêkolîneke ji aliyê zanyarên Enstîtuya Howard Hughes a Tibê ve hatiye kirin, ajalên wek mişkan jî heman wekî mirovan dikarin xeyalan bikin.

Zanyaran di lêkolîna xwe de derxistiye holê ku ajalên dirantuj (kojek) jî heman wekî mirovan, tenê bi fikirandina xwe dikarin fezayê bigerin.

Nivîskarê lêkolînê Chongxi Lai daye zanîn ku xebata wan li ser wê yekê ye ku ew ajal jî dema bixwazin dikarin bi rêya mêjiyê xwe li ser hin tiştan bihizrin. 

Yek ji nivîskarê lêkolînê Prof Tim Harris jî dibêje, hêza xeyalkirinê û bîranîn wekî jiyana rastîn girêdayî çalakiyên hipokampustê ne û destnîşan dike, “Ji ber vê jî em dikarin bibêjin ku mişk jî dikarin xeyal bikin.”

Ev nivîs 210694 car hatiye xwendin.