Lêkolîn: Nifşê mirovahîyê gihîştibû asta tunebûnê…
PeyamaKurd – Li gorî lêkolîneke zanyarên Zanîngeha Çînê ya Rojhilat, 900 hezar sal berê, mirovahî rûbirûyî tunebûna nifşê xwe bûye.
Di lêkolînê de hatiye eşkere kirin, 900 hezar sal berê ango di Qirna Cemseran de, ji ber sermaya zêde mirov mirine û hejmara wan daketiya heta 1300 kesan ku gihîştine asta tunebûnê.
Zanyaran diyar kiriye ku Qirna Cemseran zêdetirî 100 hezar salan dewam kiriye û ji ber daketina bilez a germahiyê jî mirovên li ser rûyê erdê mirine.
Tîma lêkolînê, li ser DNA ya 3154 kesên bermahiyên Qirneya Cemseran lêkolîn kirine û derxistine holê ku ji wan ji sedî 99ê ji ber sedema guherîna avhewayê û û bandora Qirna Cemserê tune bûne.
Ev nivîs 210695 car hatiye xwendin.