Li derdora Çiyayê Agirî 200 cûreyên çûkan hatin tespîtkirin
PeyamaKurd – Zanîngeha Îdirê ragihand ku li derdora Çiyayê Agirî, li mêrg û çemên parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê 200 cûreyên çûkan hatine tespîtkirin.
Di encama çavdêriyên Enstîtuya Bakurê Rojhilat a Zanîngeha Îdirê û Rêveberiya Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê û kesên xwebexş li herêmê de, hat ragihandin ku heta niha 200 cûreyên çûkan li herêmê hatine tespît kirin.
Hat diyarkirin ku hin cûreyên çûkan ji aliyê Yekîtiya Parastina Xweza û Çavkaniyên Xwezayî ya Cîhanê (IUCN) ve li lîsteya sor hatine zêdekirin ku nifşa wan ber tunebûnê ye.
Li gorî zanyariyan, gelek ji wan çûkên çûnê wê deverê ji welatên wek Ermenistan, Naxçivan û Îranê çûne.
Ev nivîs 210708 car hatiye xwendin.