Li Fezayê teqîna herî mezin a sedema wê nediyar çêbûye!
PeyamaKurd – Zanyarên NASAyê tespît kirine ku li fezayê teqîneke mezin çêbûye ku heta niha tiştekî wisa nehatibû çavdêrîkirin.
Li gorî zanyaran, cih û sedema teqîna li fezayê hîn nayê zanîn, lê hatiye çavdêrîkirin ku teqîn zêdetirî sê sal in dewam dewam dike.
Li gorî nûçeya BBCyê hatiye diyarkirin ku ew teqîna birqonekî li 8 milyar sal dûrahiyê rû daye ku teqîna herî mezin a li fezayê hatiye tespîtkirin e.
Derbarê sedemên teqînê de, hîn ti agahiyên zelal neçûne ber destê zanyaran, lê texmîn dikin ku cismekî mezin ê asmanî bûbe sedema wê teqînê.
Ev nivîs 210706 car hatiye xwendin.