Li Hewlêrê pêşengeha HITEX 2023 ya teknolojîyên nûjen

Li Hewlêrê pêşengeha HITEX 2023 ya teknolojîyên nûjen

PeyamaKurd – Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê Pêşangeha Teknolojiyê ya Hewlerê ya Navneteweyî (HITEX23) hate vekirin ku wê heta 4 rojan dewam bike.

HITEX2023 platforma kombûnê ya ji bo baştirîn karsazên teknolojiyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê ye û ji bo fêrbûn û şopandina nûjeniyên teknolojîk derfetekê dide kesên serdanê dikin.

Di pêşangeha îsal a çaremîn de danasîna teknolojiyên nûjen tê kirin de; YouTuber û lîstikvanê Kurd ên lîstikên elektronîk jî beşdarî bûne û çalakiyên cuda yên kompaniyan têne lidarxistin.

Di roja yekemîn a pêşangehê de, du panelên girîng li ser enerjî û nûkirinê ji aliyê pispor û aborînasan ve birêve çûn ku heta çar rojan wê çalakiyên cûrbecûr ên teknolojîyê di pêşengehê de dewam bikin.

Ev nivîs 210705 car hatiye xwendin.