Li Marsê rezerva ava şil hate vedîtin

Li Marsê rezerva ava şil hate vedîtin

PeyamaKurd - Zanyaran li Marsê, di kûrahiya qalikê derve yê zinarên gerestêrkê de rezerveke ava şil vedîtin.

Ev zanyarî bi analîzeke nû ya daneyên rovera NASA ya Insight Lander ku di 2018an de li gerestêrkê danîbû hate piştrastkirin.

Insight Lander, bi sîsmometreya xwe çar sal in, lerzînên erdhejî yên di kûrahiya Gerestêrka Sor de tomar dikir.

Analîza erdhej û çawaniya bizavên gerestêrkê, sinyalên sîsmîk ên ava şil derxiste holê.

Hebûna ava qeşayî ya li cemserên wê û dûkela di atmosfera wê de beriya niha hatibûn vedîtin, lê belê ev cara yekem e ku li ser gerstêrkê ava şil tê dîtin.

Encamên lêkolînê di Proceedings of the National Academy of Sciences de ku navenda wê li Dewletên Yekbûyî ye hatin weşandin.

Keştiya Fezayê ya Robotîk

Mîsyona zanistî ya Insight di Kanûna 2022an de, çar sal piştî daketina wê, qediya.

Di vê demê de keştiya fezayê ya robotîk zêdetirî 1319 erdhejan tomar kir.

Zanyaran bi pîvandina ku pêlên erdhejê çiqas bilez dimeşin, madeya ku ev pêl bi îhtîmaleke mezin tê de derbas dibin, tespît kirin.

Profesor Michael Manga ji Zanîngeha California, Berkeley, ku beşdarî lêkolînê bû, got: "Ev di bingeh de heman teknîk in ku em ji bo lêgerîna av an neft û gazê li ser Erdê bikar tînin."

Di analîzê de rezervên avê yên di qalika Marsî de di kûrahiya 10-20 km de derketin holê.

Lêkolînerê sereke Dr. Vashan Wright got, "Fêmkirina çerxa avê ya li Marsê ji bo têgihiştina pêşkeftina avhewa, rû û hundurê wê pir girîng e."

Profesor Manga diyar kir ku av "molekula herî girîng e ku pêşveçûna gerstêrkê çêdike." Ev vedîtin vê pirsê radixe pêş çavan, "Hemû ava Marsê bi ku ve çû?" Wî got ku wî bersiva pirsê da.

Lêkolînên li ser rûyê Marsê nîşan didin ku di demên kevnar de li ser gerstêrkê çem û gol hebûn.

Lê sê mîlyar sal ew çol bû.