Li Palandoken a Erzeromê sezona şemateka ser berfê bi fermî destpêkir

Li Palandoken a Erzeromê sezona şemateka ser berfê bi fermî destpêkir

PeyamaKurd – Li bajarê bakûrê Kurdistanê li Erzeromê li navenda şemateka ser berfê sezon destpêkir. Destpêka sezonê bi merasim hat vekirin. Merasim ji terefê şaredariya Erzeromê de hat kirin û berya sezon vebe, amadekariyeka zêde hat kirin.

Dawetvanên merasimê çalakiyên tîma senkronîza bi Şuhle, motorên berfê, filoya snowtrakê û tîmên bi meşale bi kêfxweşî temaşe kirin. Di merasimê de şaredarê Erzeromê Mehmet Sekmen di axaftina xwe de got:

“Dema behsa Erzeromê dibe, Erzerom bi geştiyariya zivistanê, şemateka berfê û spora ser berfê tê bîra morovî.”

Di merasima vekirina demsala zivistanê de gelek kesên rêvebir, burokrat, parlementer û hemwelatî beşdar bûn.