Li Rûsya yên bibêjin ‘zarokan çênekin’ wê bên cezakirin
PeyamaKurd – Li baskê jêrîn ê Dumaya Rûsyayê pêşniyarqanûna derbarê propagandayên çênekirina zarokan li ser malbatan de, hate pejirandin.
Li gorî yasaya tê pêşniyarkirin, kesên li Rûsyayê propagandaya zarokan çênekin li malbatan bikin, wê bên cezakirin.
Ger projeyasa bê qebûlkirin, dê êdî cezayê pere bidin wan kesên bibêjin zarokan neyînin.
Projeyasa ji aliyê Serokê Dumayê Vyacheslav Volodin û Seroka Konseya Federasyona Rûsyayê Valentina Matvienko ve hatiye pêşkeşkirin û di xwendina sêyemîn de hatiye qebûlkirin. Ger ji Dumayê derbas bibe, dê fîlmên derbarê neanîna zarokan û reklamên înternetê jî bên qedexekirin. Wê ceza ne tenê ji bo welatiyên rûsî ji bo yên li Rûsyayê niştecih bûne jî derbas bibe.
Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.