Logoya Twitterê guherî
PeyamaKurd- Piştî banga ku duh ji aliyê xwediyê platforma medyaya civakî ya Twitterê Elon Musk hatibû kirin, logoya Twitterê hat guherandin.
Logoya Twitterê ku heta niha çûkeke şîn bû, bi tîpa ‘X’ hat guherandin.
Hat diyarkirin ku ji îro û pê ve êdî logoya Twitterê dê bi vê teşeyê be.
Elon Musk, di peyama xwe ya duh de gotibû "Em hêdî hêdî ji markaya Twitterê û hemû çûkan xatir dixwazin. Heger îşev logoyek X a baş were parvekirin, em ê sibê li seranserê cîhanê derbasî weşanê bibin.”
Ev nivîs 210688 car hatiye xwendin.