Masiyê ku li derveyî avê bi saetan sax dimîne hate dîtin

Masiyê ku li derveyî avê bi saetan sax dimîne hate dîtin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku lêkolînerê li welatê Bolîvya yê Amerîkaya Başûr Heinz Arno Darwert, keşf kiriye ku cûreyekî masiyan li derveyî avê jî dijî û namire.

Li gorî Darwert, ew cûreyê masî ji nav avê derketiye û bi saetan li derveyî avê maye û dîsa bi daxwaza xwe vegeriyaye nav avê.

Drawert daye zanîn ku ew masiyê seyr bi qasî 5 cm mezinahiyê ye û rengo rengo ye ku di nav ekosîstemên avî yên daristanan de hatiye dîtin.

Lêkolîner Drawert bal kişand ser ku ew masî bi xwe derketiye derveyî avê ku bi saetan li derveyî avê sax maye ku hêkên xwe jî di nav birikên avê de bicih dike.

Lêkolînerê Bolîvyayî daxwaz ji rayedaran kiriye ku wî masiyê nû hatiye kişfkirin bixin bin parastinê daku nifşa wî tune be.

Ev nivîs 210707 car hatiye xwendin.