Meha Tîrmehê meha herî germ a dîroka dînyayê bû

Meha Tîrmehê meha herî germ a dîroka dînyayê bû

PeyamaKurd – Serokê Beşa Guhertina Avhewayê ya Kopernîk di Yektîya Ewropayê de, Carlo Buontempo got, tevî niha wan hemû dane berhev nekirine jî dikarin bibêjin ku meha Tîrmeh a 2023yan meha herî germ di dîroka dinyayê de bû.

Buontempo da xuyakirin ku hîn hemû dane nehatine berhevkirin û di demeke nêzîk de ew pêşbîniya serdemeke wekî ya Qirna Qeşemê pêk were.

Herwiha Carlo Buontempo diyar kir, li gorî rewşa germa zêde ya îsal dibe ku sala 2023yan jî bi sala herî germ di dîroka dînyayê de ku ji niha ve nîşaneyên wê hene.

Buentempo daye zanîn ku ew ji bo heyameke nêzîk pêşbîniya guhertineke mezin a germahiya avhewayê nakin.

Ev nivîs 210697 car hatiye xwendin.