NASAyê, dîroka xirabûna cîhanê da!
PeyamaKurd- Lêkolîna NASAyê ya ku di rojeva cîhanê de cihekî girîng digire, car din bû rojev. Di çarçoveya lêkolînê de hûrguliyên li ser bê ka dê çawa û kengê dawiya cîhanê were, hatin parvekirin.
Tîma ku li fezayê li şopên jiyanê digere, li ser mijara ku dê cîhan kengî xirab bibe jî lêkolînan dike û di encama van lêkolînan de ji aliyê tîmê ve hat ragihandin ku dawiya cîhanê dê ji zêdebûna radyasyona rojê were.
Li gorî zanyarên ku lêkolîn kirine, heta ku ev yek çêbibe hîn demeke dirêj maye. Li gorî modelên ku di lêkolînê de hatine çêkirin, 1 milyar sal şûnde dema ku dîrok salên 1.000.002.021ê nîşan bidin, dê rêjeya oksîjenê ya li cîhanê dakeve asta ku mirov nikare lê bijî.
Di gotara gotara ku encama lêkolînê nîşan dide de ev pêvajo îro jî dewam dike û ji ber tîrêjên rojê erd her roj bi oksîjenê dibe.
Lê belê hat diyarkirin ku ev pêvajo ewqas hêdî pêşve diçe ku em vê bandorê di jiyana xwe ya rojane de hîs nakin.
Ev nivîs 210689 car hatiye xwendin.