NASAyê ragihand: Çalereşa 9 milyon car ji dinyayê mezintir hate dîtin

NASAyê ragihand: Çalereşa 9 milyon car ji dinyayê mezintir hate dîtin

PeyamaKurd – Ajansa Feza û Hewayê ya Amerîka (NASA) ragihand ku Teleskopa James Webb a Fezayê û CEERSê çalereşa herî mezin û temendirêj a galaksîya 1019 tespît kirine.

Li ser malpera NASAyê hatiye eşkere kirin ku CEERSê di galaksiya 1019 de çalereşa ku 9 milyon caran ji dinyayê mezintir e tomar kiriye ku piştî 570 milyon salan li pey teqîna mezin diruv girtiye.

Herwiha Teleskopa James Webb di dîmenên nû de derxistiye holê ku tê texmînkirin piştî teqîna mezin bi 470 û 675 salan du galaksiyên din jî pêk hatine.

Ev nivîs 210729 car hatiye xwendin.