NASAyê ragihand: Yekem Astronota Kurd li fezayê ye

NASAyê ragihand: Yekem Astronota Kurd li fezayê ye

PeyamaKurd – Ajansa Fezayê ya Amerîka NASAyê ragihand ku wan bi hevkariya kompaniya SpaceX 26ê Tebaxê wesayîta fezayê Dragon ligel 4 astronotan şandiye fezayê.

Di tîma çar astronotan de, yek ji wan jineke Kurd a 40 salî bi navê Jasmîn Moghbelî (Yasmîn Moqbilî) ya ji Mahabad a Rojhilatê Kurdistanê ye.

NASAyê ragihandiye ku Yasmîn Moqbilî fermandariya tîma astronotan a li nav Droganê li fezayê dike.

Li gorî daxuyaniya NASAyê piştî ku sala 2017an Yasmîn wek astronota NASA hatiye hilbijartin yekem rêwîtiya xwe ya fezayê dike.

Yasmîn li Zanîngeha Cambrige Enstîtuya  Teknolojiyê perwerde bûye û wek pîlot jî zêdetirî 2 hezar saetan firîna balafir û helîkopteran kiriye.

Yasmîn Moqbili (Jasmin Moghbeli) 24ê Hezîrana 1983yan li bajarê Bad ê Almanyayê hatiye dinê ku malbata wê ji Mahbad a Rojhilatê Kurdistanê koçî Almanyayê kiriye.

Yasmîn ji hêzên deryavaniya Amerîka û Hêzên Asmanî heta niha 4 madalyayên serkeftinê wergirtine.

Ev nivîs 210695 car hatiye xwendin.