Navend Diyarbekir li 11 bajaran operasyon hat kirin: 16 kesan xistin zîndanê

Navend Diyarbekir li 11 bajaran operasyon hat kirin: 16 kesan xistin zîndanê

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê û pêve girêdayî li 11 bajaran operasyona ser hackeran hat kirin, 16 kes ji wan bi biryara xistina zîndanê encam da û 4 kes serbest hatin berdan. Koordînasyon ji aliyê serokatiya daîra têkoşîna bi sûcên sîberê de hat kirin û pê re beşa asayîşa Diyarbekirê ya bi heman sûcan re pêwendîdar li 11 bajaran di heman wextê de oprasyon kirin.

Di avêtina ser adresên kesan de, telefonên destî, komputer û materyalên dîjîtal ketin dest. Polîs tesbît kir ku di hedefa wan de, kesên di asta jor de yên di daîrên dewletê dixebitin hebûne. Ji kesan re e-mailên sexte şandine û kesên wan mailan vekirine, şîfreyên wan ketine destê hackeran.

Sûcdar, platformên sanal yên sexte ava kirine û bi referansan endaman girtine. Ji bo polîs nizanibe an nekevin destê polîsên beşa pêwendîdar, divê çi bikin ji hevre gotine. Kesên di tora hackeran de, tenê li ser dîjîtalê hevnas dikin û ti carî hev nedîtine.

Ewraqên 18 kesan li baregeha asayîşê temam bûne û wan şandine edliyê ji bo darazê. Dadgeriya ceza silhê her 16 kesan şandiye zîndanê. 2 kesên din li baregeha asayîşê hatin berdan û 2 kes ji wan dadgehê bi şertê kontrola edlî wan serbest berdaye.

Ev nivîs 210728 car hatiye xwendin.