Nergîz Mihemedî li ser navê mafên jinên Îranê Xelata Nobela Aştiyê wergirt
PeyamaKurd – Çalakavan jin Nêrgiz Mihemedî ku niha li Îranê hatiye zindanîkirin, li ser navê jinên Îranê û xebata wê ya bo mafên wan, Xelata Nobela Aştiyê ya 2023yan wergirt.
Seroka Lijneya Diyarkirina Xelata Nobela Aştiyê li Norwêcê Birît Rays Anderson eşkere kir, ji ber çalakiyên Nêrgiz Mihemedî di warê mafên mirovan û taybet mafên jinan de û tekezkirina li ser azadiya wan jinên ku li Îranê rastî tehdeyê hatine, wan biryar da ku Xelata Nobela Aştiyê ya sala 2023yan bidin Nêzgir Mihemedî.
Nêrgiz Mihemedî niha di zindanê de ye, berdevk û cîgira Seroka Civata Tekezkerên Mafên Mirovan a Îranê ye û berê jî sala 2009ê Xelata Navdewletî ya Navenda Eliksandira Langiriyê wergirtibû.
Beriya niha jî Şirîn Îbadî, parêzera Îranî û çalakvana mafên mirovan ku niha Seroka Civata Tekezkerên Mafên Mirovan a Îranê ye di sala 2003yan Xelata Nobela Aştiyê wergirtibû.
Ev nivîs 210698 car hatiye xwendin.